
BILÛRA EFSÛNÎ
Ez keştiyek xembarim
Li ser ava tarîderyayê
Ne rêgeh li min diyare
Ne jî yek lîman
Bi ber bayek nepen ketime
Tevî neçariye xwe
Di dexlika min de
Çîrokek nîvcomayî
Û newaya bilûra nixwiriya min
Ya ku ji guhdar kirina wê
Bêpar mam…
Bi çavên rewa
Teşiya azaran dirêsim
Li ser çokên bê qidûm
Hevok diperpitin
Li ser zimanê keserxwir
Ji şevê re
Dengê bilûra wê dihûnim
Di vê rêwîtiya bêvegerde
Awazên bilûra wê ya efsûnî
Dibe rêgaha min…
Ez keştiyek xembarim
Li ser ava tarîderyayê
Ne rêgeh li min diyare
Ne jî yek lîman
Bi ber bayek nepen ketime
Tevî neçariye xwe
Di dexlika min de
Çîrokek nîvcomayî
Û newaya bilûra nixwiriya min
Ya ku ji guhdar kirina wê
Bêpar mam…
Bi çavên rewa
Teşiya azaran dirêsim
Li ser çokên bê qidûm
Hevok diperpitin
Li ser zimanê keserxwir
Ji şevê re
Dengê bilûra wê dihûnim
Di vê rêwîtiya bêvegerde
Awazên bilûra wê ya efsûnî
Dibe rêgaha min…
XWELÎ
Ser girtî û nig rûçik
Da dest xwe qevdek qirşik
Ha li vir û ha li wir
Xwe xweşkir li ber kuçik
Kuçik madê xwe
Xweş kir
Weke ku
Ji min hezkir
Bi çend pif û kenekî
Alaviya xwe bilind kir.
Çaydanê me gumgume
Ava navê zemzeme
Agirê binî sor bû
Heval li dorê kom bûn
Hatin vexwarin çaya xwe
Paşê kirin karê xwe
Karê me çandiniya daran
Xwelî li serê xemsaran…
Ser girtî û nig rûçik
Da dest xwe qevdek qirşik
Ha li vir û ha li wir
Xwe xweşkir li ber kuçik
Kuçik madê xwe
Xweş kir
Weke ku
Ji min hezkir
Bi çend pif û kenekî
Alaviya xwe bilind kir.
Çaydanê me gumgume
Ava navê zemzeme
Agirê binî sor bû
Heval li dorê kom bûn
Hatin vexwarin çaya xwe
Paşê kirin karê xwe
Karê me çandiniya daran
Xwelî li serê xemsaran…
KEWÎN
Min dil kir hêlîn
Tu têde hewand
Min dil kir hêlkan
Tu têde hejand
Min dil kir bihuşt
Tu lê kir mêvan
Min birînên xwe
Bi eşqa te kewand…
Min dil kir hêlîn
Tu têde hewand
Min dil kir hêlkan
Tu têde hejand
Min dil kir bihuşt
Tu lê kir mêvan
Min birînên xwe
Bi eşqa te kewand…
KEŞTIYA BÊ LÎMAN
Te digot ez agirim
Kanî tîna te
Te digo ez çirame
Kanî şewqa te
Te digot ez evîndarim
Kanî eşqa te
Na na nabe
Na wenî nabe
Dil derizî
Qet Cebar nabe
Te digot ez şalûlim
Kanî sewta te
Te digot ez kulîlkim
Kanî bêhna te
Te digot têkoşînim
Ka armaca te
Na na nabe
Na wenî nabe
Dilê derizî
Qet cebar nabe
Te digot ez agirim
Kanî tîna te
Te digo ez çirame
Kanî şewqa te
Te digot ez evîndarim
Kanî eşqa te
Na na nabe
Na wenî nabe
Dil derizî
Qet Cebar nabe
Te digot ez şalûlim
Kanî sewta te
Te digot ez kulîlkim
Kanî bêhna te
Te digot têkoşînim
Ka armaca te
Na na nabe
Na wenî nabe
Dilê derizî
Qet cebar nabe
Te digot ez zeryame
Kanî ava te
Te digot ez keştîme
Ka lîmana te
Te digot ez xwedawendim
Kanî rehma te
Na na nabe
Na wanî nabe
Dilê derizî
Qet cebar nabe
Te digot ez xweşikim
Ka şemala te
Te digot zar şîrînim
Kanî levza te
Te digo zîna zêdanim
Kanî memê te
Na na nabe
Na wanî nabe
Dilê derizî
Qet cebar nabe
Kanî ava te
Te digot ez keştîme
Ka lîmana te
Te digot ez xwedawendim
Kanî rehma te
Na na nabe
Na wanî nabe
Dilê derizî
Qet cebar nabe
Te digot ez xweşikim
Ka şemala te
Te digot zar şîrînim
Kanî levza te
Te digo zîna zêdanim
Kanî memê te
Na na nabe
Na wanî nabe
Dilê derizî
Qet cebar nabe
ŞÎRÎN
Wan çavên te
Giyan da min
Çiqasî te dijîm
Ji te têr nabim
Bêhna hinê
Tê ji porê te
Çiqasî bêhn dikim
Jê têr nabim
Tu şîrînî
Tu delalî
Di bêdengiya şevê de
Tu ji min re hevalî
Tu bûyî rê
Ez rêwîme
Çiqasî te dimeşim
Ji te têr nabim
Tu bûye gul
Ez bilbilim
Çiqasî li ser te dixwînim
Ji te têr nabim
Wan çavên te
Giyan da min
Çiqasî te dijîm
Ji te têr nabim
Bêhna hinê
Tê ji porê te
Çiqasî bêhn dikim
Jê têr nabim
Tu şîrînî
Tu delalî
Di bêdengiya şevê de
Tu ji min re hevalî
Tu bûyî rê
Ez rêwîme
Çiqasî te dimeşim
Ji te têr nabim
Tu bûye gul
Ez bilbilim
Çiqasî li ser te dixwînim
Ji te têr nabim
AVJENÎ
Min bêrîya porê te kir yar
Ya ku li ber taveheyvê dibiriqî
Min bêrîya kena te kir yar
Ya ku stêrk li ser lêvan direqisand
Min bêriya çavên te kir
Ên ku ez fêrî avjeniyê dikirim
Min bêrîya xwêdana te kir yar
Ya ku kulîlk
Li ber bêhna xwe dicoşand
Min bêriya sersînga te kir yar
Ya ku hespê evînê
Li qada xwe dibezand
Min bêriya te kir yar
Tu stûna konê aramiya min î yar…
Min bêrîya porê te kir yar
Ya ku li ber taveheyvê dibiriqî
Min bêrîya kena te kir yar
Ya ku stêrk li ser lêvan direqisand
Min bêriya çavên te kir
Ên ku ez fêrî avjeniyê dikirim
Min bêrîya xwêdana te kir yar
Ya ku kulîlk
Li ber bêhna xwe dicoşand
Min bêriya sersînga te kir yar
Ya ku hespê evînê
Li qada xwe dibezand
Min bêriya te kir yar
Tu stûna konê aramiya min î yar…
ÇÛYÎN
Vê sibehê
Bê te
Şiyar bûm
Ken qerisî
Li ser lêvên terikî
Ne tayek porate mabû
Li ser balîfa min
Û ne jî bêhna te
Te her tişt
Bi xwe re biribû
Weke ku ew kêlî
Qet nehatibe jiyîn…
Vê sibehê
Bê te
Şiyar bûm
Ken qerisî
Li ser lêvên terikî
Ne tayek porate mabû
Li ser balîfa min
Û ne jî bêhna te
Te her tişt
Bi xwe re biribû
Weke ku ew kêlî
Qet nehatibe jiyîn…
AQILO
Lo aqilo
Aqilê min
Heft xwezî
Bi neyarê min
Tu bû kurm
Ket hestiyê min
Tu hîn
Çi dixwaze
Ji min…
Lo aqilo
Aqilê har
Tu li serê min
Bûye bar
Lêxe
Lêxe li dil xençerê
Min bispêre axa sar…
Lo aqilo
Aqilê min
Heft xwezî
Bi neyarê min
Tu bû kurm
Ket hestiyê min
Tu hîn
Çi dixwaze
Ji min…
Lo aqilo
Aqilê har
Tu li serê min
Bûye bar
Lêxe
Lêxe li dil xençerê
Min bispêre axa sar…
SÎWAN
Ez ê birkekê çêkim
Di kûrahiya çavên xwe de
Û bi rondikên xwe dagrim
Ku tu têde avjêniyê bike
Da ku tu bikaribe
Xwe ji keseran pa bike
Ez ê şirtekê çêkim
Ji mijangên xwe
Ku dikaribim
Xeman bimalim
Jiber deriye dilê te…
Ez ê sîwanekê çekim
Ji birûyên xwe
Û nahêlim çilka baranê
Li rûyê te bikeve
Ku ekla ramûsanên min
Ji lêvên sincirî
Neherike ser axa sar
Ez ê birkekê çêkim
Di kûrahiya çavên xwe de
Û bi rondikên xwe dagrim
Ku tu têde avjêniyê bike
Da ku tu bikaribe
Xwe ji keseran pa bike
Ez ê şirtekê çêkim
Ji mijangên xwe
Ku dikaribim
Xeman bimalim
Jiber deriye dilê te…
Ez ê sîwanekê çekim
Ji birûyên xwe
Û nahêlim çilka baranê
Li rûyê te bikeve
Ku ekla ramûsanên min
Ji lêvên sincirî
Neherike ser axa sar
PÊŞNÎYAZ
Kat li daran dikevin
Kulîlkên heft reng dibuşkuvin
Li ser sînga wan
Dibe wiçe wiça beytikan
Hêlînên xwe çêdikin
Li ser şaxên dilê wan
Carnan dibin bişrînek
Li ser lêvên zarokan
Carnan jî dibin hine
Li ser destê qîzek xama
Carnan dibin bilûrek
Li ser lêva şivanekî evîndar
Û awaza bêrîvanê
Digobilînin li ber sûra bayê biharê
Hêviyê dihejînin
Di dergûşa hestên xwe de
Aramiyê dimêjînin
Di paxla bîr û baweriya xwe de
Gerdûnekê dihewînin
Di malzaroka xwebûyina xwe de
Rêgehek nû pêşnîyaz dikin
Ji tevaya rêwiyên heqîqetê re
Ku şev
Bi tariyê avis be jî
Ew ji berbangê
Tavê diwelidînin…
Kat li daran dikevin
Kulîlkên heft reng dibuşkuvin
Li ser sînga wan
Dibe wiçe wiça beytikan
Hêlînên xwe çêdikin
Li ser şaxên dilê wan
Carnan dibin bişrînek
Li ser lêvên zarokan
Carnan jî dibin hine
Li ser destê qîzek xama
Carnan dibin bilûrek
Li ser lêva şivanekî evîndar
Û awaza bêrîvanê
Digobilînin li ber sûra bayê biharê
Hêviyê dihejînin
Di dergûşa hestên xwe de
Aramiyê dimêjînin
Di paxla bîr û baweriya xwe de
Gerdûnekê dihewînin
Di malzaroka xwebûyina xwe de
Rêgehek nû pêşnîyaz dikin
Ji tevaya rêwiyên heqîqetê re
Ku şev
Bi tariyê avis be jî
Ew ji berbangê
Tavê diwelidînin…
HEWAR
Bi sala ye li xerîbiyê ji te dûr ketim
Te difikirim te dinivîsim te dixwînim hertim
Geh koçberî geh li zindan bi dijûn û lêdan
Dil li ser Sêlê disincire ji ber vê HEWAR
Ey hewar li vî halî
Ey hewar li vî canî
Ey hewar xirab malî
Ey hewar, sed carî HEWAR
Wek zarokek ji ber pêxîla dayikê biqete
Wek peşkên baranê li ser ar binuqite
Li vî bajarê biyanî stû xwar mame
Dil bi hesretê dişewite ji ber vê HEWAR
Bi sala ye li xerîbiyê ji te dûr ketim
Te difikirim te dinivîsim te dixwînim hertim
Geh koçberî geh li zindan bi dijûn û lêdan
Dil li ser Sêlê disincire ji ber vê HEWAR
Ey hewar li vî halî
Ey hewar li vî canî
Ey hewar xirab malî
Ey hewar, sed carî HEWAR
Wek zarokek ji ber pêxîla dayikê biqete
Wek peşkên baranê li ser ar binuqite
Li vî bajarê biyanî stû xwar mame
Dil bi hesretê dişewite ji ber vê HEWAR
KEYBANÛ
Evîn xweza ye
bêhn dikim kulîlkên biharê
Evîn xewn e
radikevim ji bo xewnek
bê navber
Evîn asîman e
dikim seyra stêrkan
Evîn tu bi xwe ye
ya ku li koşka dil keybanûye…
Evîn xweza ye
bêhn dikim kulîlkên biharê
Evîn xewn e
radikevim ji bo xewnek
bê navber
Evîn asîman e
dikim seyra stêrkan
Evîn tu bi xwe ye
ya ku li koşka dil keybanûye…
ZAROK
Min zarokek dît
Li kolanên biyan
Ne solek hebû
Di nigande
Ne jî potek
Li nava milê wê
Bi ber bayê xizaniyê ketibû
Tevî neçariye xwe
Min zarokek dît
Zarokatiya xwe
Û bîranên xwe
Li dû xwe hiştibû
Tevî pêlîstokên xwe…
Min zarokek dît
Ji temenê wê bêtir
Ji gewdê wê mezintir
Bimbe barî bû
Li welatê wê
Min zarokek dît
Li kolanên biyan
Ne solek hebû
Di nigande
Ne jî potek
Li nava milê wê
Bi ber bayê xizaniyê ketibû
Tevî neçariye xwe
Min zarokek dît
Zarokatiya xwe
Û bîranên xwe
Li dû xwe hiştibû
Tevî pêlîstokên xwe…
Min zarokek dît
Ji temenê wê bêtir
Ji gewdê wê mezintir
Bimbe barî bû
Li welatê wê
TENÊ TU
Tenê tu dikare
Dilşadî bike para min
Tenê tu dikare
Xemgînî rake ji nava dilê min
Tenê tu dikare
Min bike dilopek av
Û binuqitîne gewriya
Kulîlkên welatê xwe
Tenê tu dikare
Min bike find
û pê tariya
Dile xwe roni bike
Tenê bi te dikarim
bibim feqîrek
Ji feqîrê xweda
û tûrê parsê bavêjim
Nava milê xwe…
Tenê bi te dikarim
hilmê bistînim
û tenê bi dikarim
Zincîra zilmê bişkînim
Tenê tu dikare
Dilşadî bike para min
Tenê tu dikare
Xemgînî rake ji nava dilê min
Tenê tu dikare
Min bike dilopek av
Û binuqitîne gewriya
Kulîlkên welatê xwe
Tenê tu dikare
Min bike find
û pê tariya
Dile xwe roni bike
Tenê bi te dikarim
bibim feqîrek
Ji feqîrê xweda
û tûrê parsê bavêjim
Nava milê xwe…
Tenê bi te dikarim
hilmê bistînim
û tenê bi dikarim
Zincîra zilmê bişkînim
NAME
Min nameyek te xwend
Bi çavên şil û dilê bi keser
Bi kişandina axînek kûr
Ber bi xeybê ve herikîm
Êdi bêriya te dikim DÎLBER
Îro min nameyek te xwend
Di nava çar dîwaran de
û li paş hesinê zilme
Li te
Li xwe
û
Li me fikirîm
Êdî me dinivîsim DÎLBER
Min iro nameyek te xwend
Hubra wê bi êş û elem
Pênûs li dil ket
weke kelem
li birînê nayê êdi tu melhem
dizanim derman tûyî DÎLBER
min îro nameyek te xwend
tu ket bîra min
pêjna te xwe berda
nava hucra min
êdî miçiqî kaniya çavê min
ez ji xwe çûm
le tu ji min neçû DÎLBER
Min nameyek te xwend
Bi çavên şil û dilê bi keser
Bi kişandina axînek kûr
Ber bi xeybê ve herikîm
Êdi bêriya te dikim DÎLBER
Îro min nameyek te xwend
Di nava çar dîwaran de
û li paş hesinê zilme
Li te
Li xwe
û
Li me fikirîm
Êdî me dinivîsim DÎLBER
Min iro nameyek te xwend
Hubra wê bi êş û elem
Pênûs li dil ket
weke kelem
li birînê nayê êdi tu melhem
dizanim derman tûyî DÎLBER
min îro nameyek te xwend
tu ket bîra min
pêjna te xwe berda
nava hucra min
êdî miçiqî kaniya çavê min
ez ji xwe çûm
le tu ji min neçû DÎLBER
MUZÎKJEN
Ez ne wêne sazim
Ku bikaribim
Te xêz bikim
Wek Pîcassoyê Guernîca’î
Ez ne peykertiraşim
Ku bikaribim
Te binexşînim
Li ser dika dîrokê
Ez ne govendgêrim
ku bikaribim
di figûrên xwe ên efsûnî de
te bijîm
Ez ne cotkarim
ku bikaribim
tovên hezkirina te
bireşînim
li zeviya dilê xwe
Ez ne Şervan im
Ku bikaribim
Ji bo te
Rext li bejna xwe
Bipêçim
wek fermandar egîd
lê
ez muzîkjenim
lewma jî
Awazên te
olan dide
li ser têlên tembûra min…
Ez ne wêne sazim
Ku bikaribim
Te xêz bikim
Wek Pîcassoyê Guernîca’î
Ez ne peykertiraşim
Ku bikaribim
Te binexşînim
Li ser dika dîrokê
Ez ne govendgêrim
ku bikaribim
di figûrên xwe ên efsûnî de
te bijîm
Ez ne cotkarim
ku bikaribim
tovên hezkirina te
bireşînim
li zeviya dilê xwe
Ez ne Şervan im
Ku bikaribim
Ji bo te
Rext li bejna xwe
Bipêçim
wek fermandar egîd
lê
ez muzîkjenim
lewma jî
Awazên te
olan dide
li ser têlên tembûra min…
EZ ZAROK BÛM
Ez zarok bûm
Li ser axa gundê xwe
Dibeziyam
Li pêy qaz û berxên xwe
Taseke dew
Li ber nanê tenûrê
Dizanim
Ew rojên çû disa nayên
Çû zarotî
Ciwanî li min bû mêvan
Jiyan xweş bû
Li nav baxên gulîstan
Yar Bêrîvan
Ez jê re dibûm şivan
Evin xweşbû
Li ser sînga niştiman
Yextiyarî li min
bû êş û elem
Xizanî
Li ber pozê min bû kelem
Edî
Li birînê nayê tu melhem
Bela xwe
Ji min veke birîn xedarim
Rih spî bû
Porê min tev weşiya
Gur pîr dibe
Bûm qeşmerê roviya
Teyrêberatê
li dor min vehewiyan
Bela xwe
Ji min veke birîn xedarim
Kurteçiroka min
Wisa derbasbû
Li ser serê min tim
Mij û moran bû
Çîroka emrê min
Wanî derbas bû
Bela xwe Ji min veke
Birîn xedarim
Ez zarok bûm
Li ser axa gundê xwe
Dibeziyam
Li pêy qaz û berxên xwe
Taseke dew
Li ber nanê tenûrê
Dizanim
Ew rojên çû disa nayên
Çû zarotî
Ciwanî li min bû mêvan
Jiyan xweş bû
Li nav baxên gulîstan
Yar Bêrîvan
Ez jê re dibûm şivan
Evin xweşbû
Li ser sînga niştiman
Yextiyarî li min
bû êş û elem
Xizanî
Li ber pozê min bû kelem
Edî
Li birînê nayê tu melhem
Bela xwe
Ji min veke birîn xedarim
Rih spî bû
Porê min tev weşiya
Gur pîr dibe
Bûm qeşmerê roviya
Teyrêberatê
li dor min vehewiyan
Bela xwe
Ji min veke birîn xedarim
Kurteçiroka min
Wisa derbasbû
Li ser serê min tim
Mij û moran bû
Çîroka emrê min
Wanî derbas bû
Bela xwe Ji min veke
Birîn xedarim
HEWARA BÊDENG
Bêhna cigarê difûrike
Ji bêdengiya tarîstana min
Doşeka ku
Ji zingarê zer bûye
Guhdar dike
Li hewara min a bêdeg
Ji te li tiştekî digerim
Wêne
an jî nameyek
dîwarên rût û tazî
jahrî kiriye malzaroka asoya min
nikarim derkevim
ji dervî sînorên tenêbûyina xwe
miçiqiye kaniya sirûşa min
xumamiye tevaya bîraninên min
neçariya xwe dihûnim
ji dêvla guliyên te ên hewreşîmî
bi çaxên zingarî digrim
ji devila destên te ên narîn…
cin gêrê digerînin
li bêndera xeyalê min
ne dikarim
hêviyê jê hilberînim
ne jî tişteke din
baweriya min
a ji hezkirina te
wê min bike
lêgerînerê heqîqata min
lewre çirûsk tu yî
ya ku bibe
sedema raperîneriya min…
Bêhna cigarê difûrike
Ji bêdengiya tarîstana min
Doşeka ku
Ji zingarê zer bûye
Guhdar dike
Li hewara min a bêdeg
Ji te li tiştekî digerim
Wêne
an jî nameyek
dîwarên rût û tazî
jahrî kiriye malzaroka asoya min
nikarim derkevim
ji dervî sînorên tenêbûyina xwe
miçiqiye kaniya sirûşa min
xumamiye tevaya bîraninên min
neçariya xwe dihûnim
ji dêvla guliyên te ên hewreşîmî
bi çaxên zingarî digrim
ji devila destên te ên narîn…
cin gêrê digerînin
li bêndera xeyalê min
ne dikarim
hêviyê jê hilberînim
ne jî tişteke din
baweriya min
a ji hezkirina te
wê min bike
lêgerînerê heqîqata min
lewre çirûsk tu yî
ya ku bibe
sedema raperîneriya min…
PÊŞDE WERIN
Pêşde werin
Ciwanên berxwedêr
Yên ku hestên xwe
Li ber tîna tavê qemirandine
Yên ku sekna xwe
Li ber taveheyvê kemilandine
Pêşde werin
Îro/roj roja me ye
Pêlên kîjan girsederyayan
Bi hêztire ji ya me
Lehiyên kîjan firtoneyan
Bi heybettire ji ya me
Kî dikare bi astengbin
Li hember meşa me ya azadiyê
Kî dikare bimiçiqîne
Kaniya herikîna me
Ya li ser dika dîrokê
Pêşde werin
Îro
Roj roja me ye
Ne dapîrên me Bûn
Kedîker û berhevkarên ewil
Ên li ser sînga Mezopotamya yê
Ne bapîrên me bûn
Xwediyê tîr û kevanên ewil
Ên li ser sînga Zagros û Torosan
Ne pêşiyên me bûn
Ên wêneyên ewil xêz kirin
Di kûrahiya şikeftên bi kevz de
Pêşde werin
Îro
Roj roja me ye
Pêşde werin
Ciwanên berxwedêr
Yên ku hestên xwe
Li ber tîna tavê qemirandine
Yên ku sekna xwe
Li ber taveheyvê kemilandine
Pêşde werin
Îro/roj roja me ye
Pêlên kîjan girsederyayan
Bi hêztire ji ya me
Lehiyên kîjan firtoneyan
Bi heybettire ji ya me
Kî dikare bi astengbin
Li hember meşa me ya azadiyê
Kî dikare bimiçiqîne
Kaniya herikîna me
Ya li ser dika dîrokê
Pêşde werin
Îro
Roj roja me ye
Ne dapîrên me Bûn
Kedîker û berhevkarên ewil
Ên li ser sînga Mezopotamya yê
Ne bapîrên me bûn
Xwediyê tîr û kevanên ewil
Ên li ser sînga Zagros û Torosan
Ne pêşiyên me bûn
Ên wêneyên ewil xêz kirin
Di kûrahiya şikeftên bi kevz de
Pêşde werin
Îro
Roj roja me ye
Zana û feylozofê mezin
Ahmedê XANÊ’nin em
Bi comerdîya xwe Hatem
Bi wêrektiya xwe Rustem in em
Melayê Cizîrî nin em
Yê ku taht di sincirand
Bi tîna helbestên xwe
Kemîlînerên evînê nin em
Ên ku jiyanê dirêsin
Bi teşiya wateyê
Pêşde werin
Îro
Roj roja me ye
Ji avzêman binizilin û werin
Ji ser sînga Welêt
Biherikin û werin
Li hember nokerî
Û paşverûtî bibin hêz û werin
Pêşde werin
Îro
Roj roja me ye
Ji pergalê veqetin û werin
Zincîra biqetînin û werin
Ala Mazlum û Bêrîtanan hildin û werin
Ji bo tola dapîr û bapîran werin
Ji bo tola Sûr û Cizîran
Ji bo tola Efrînan werin
Pêşde werin
Îro
Roj roja me ye…
Ahmedê XANÊ’nin em
Bi comerdîya xwe Hatem
Bi wêrektiya xwe Rustem in em
Melayê Cizîrî nin em
Yê ku taht di sincirand
Bi tîna helbestên xwe
Kemîlînerên evînê nin em
Ên ku jiyanê dirêsin
Bi teşiya wateyê
Pêşde werin
Îro
Roj roja me ye
Ji avzêman binizilin û werin
Ji ser sînga Welêt
Biherikin û werin
Li hember nokerî
Û paşverûtî bibin hêz û werin
Pêşde werin
Îro
Roj roja me ye
Ji pergalê veqetin û werin
Zincîra biqetînin û werin
Ala Mazlum û Bêrîtanan hildin û werin
Ji bo tola dapîr û bapîran werin
Ji bo tola Sûr û Cizîran
Ji bo tola Efrînan werin
Pêşde werin
Îro
Roj roja me ye…
KEN QERISIYE
Gurmîniya ewrane
Li asîmanê dile te
Şirqîniya birûska ne
Li bibîkên çavên te
Lehiya hêsiran rabûye
Li hinarokên te
Çi bûye ji te yar
Çi hat serê te
Keser kombûne
Li hawirdora te
Xew xeyidiye
Ji ser çavên te
Ken qerisiye
Li ser lêvên te
Kê çi ji te kir yar
Çi bûye ji te
Ciwani rabûye
Çûye ji ba te
Xetên kûr
Kişiyane li ser rûyê te
Êdî dilerizin
Dest û çokên te
Kê çi ji te kir yar
Çi hat serê te
Gurmîniya ewrane
Li asîmanê dile te
Şirqîniya birûska ne
Li bibîkên çavên te
Lehiya hêsiran rabûye
Li hinarokên te
Çi bûye ji te yar
Çi hat serê te
Keser kombûne
Li hawirdora te
Xew xeyidiye
Ji ser çavên te
Ken qerisiye
Li ser lêvên te
Kê çi ji te kir yar
Çi bûye ji te
Ciwani rabûye
Çûye ji ba te
Xetên kûr
Kişiyane li ser rûyê te
Êdî dilerizin
Dest û çokên te
Kê çi ji te kir yar
Çi hat serê te
SERPERÎ
Dile vebijêr
Li te hêwirî
Li ser masa meyê
Li xwe heyirî
Dil bi fîgane
Kanî serperî
Temenê çûyî
Li dûr te bihurî…
Dile vebijêr
Li te hêwirî
Li ser masa meyê
Li xwe heyirî
Dil bi fîgane
Kanî serperî
Temenê çûyî
Li dûr te bihurî…
ÇIRA
Welatê rojê
Bikin bihuşta xwe
Yekitiya neteweyî
Bikin armanca xwe
Şoreşgeriyê
Bikin rêgeza xwe
Kemal û Zîlanan
Bikin çira xwe
Zimanê şîrîn
Bikin sewta xwe
Wan peyvên zêrîn
Bikin rengê xwe
Xwendin û zanîn
Bikin karê xwe
Ehmedê Xanî û Cegerxwîn
Bikin çira xwe…
Welatê rojê
Bikin bihuşta xwe
Yekitiya neteweyî
Bikin armanca xwe
Şoreşgeriyê
Bikin rêgeza xwe
Kemal û Zîlanan
Bikin çira xwe
Zimanê şîrîn
Bikin sewta xwe
Wan peyvên zêrîn
Bikin rengê xwe
Xwendin û zanîn
Bikin karê xwe
Ehmedê Xanî û Cegerxwîn
Bikin çira xwe…
DILO
Lo dilo
Dilê bi dil
Barê ku te
Da ser mil
Barekî pir girane
Ew ne karê ûcdane
Lo dilo dilê mino
Tu êş û elema mino
Te xwar goştê canê min
Te çi ji histiyê mino
Ew keç qîza bega ye
Horiya koşk û sera ye
Ji tere xewna şevaye
Diloo dilo…
Lo dilo
Dilê bi jar
Ew ji te re nabe yar
Tişta ku tu dixwazî
Wê te
Bibe axa sar…
Lo dilo
Dilê bi dil
Barê ku te
Da ser mil
Barekî pir girane
Ew ne karê ûcdane
Lo dilo dilê mino
Tu êş û elema mino
Te xwar goştê canê min
Te çi ji histiyê mino
Ew keç qîza bega ye
Horiya koşk û sera ye
Ji tere xewna şevaye
Diloo dilo…
Lo dilo
Dilê bi jar
Ew ji te re nabe yar
Tişta ku tu dixwazî
Wê te
Bibe axa sar…
YEZDAN
Ey yezdanê dilovan
Dil li ber tîr û kevan
Veke deriyakî xêrê
Nemaye sebra însan
Ey yezdanê dilovan
Kedî bike van hovan
Ji bo serweriya xwe
Vedixwin xwîna însan
Te da candaran rewan
Ji erd û heya asîman
Tovên jînê bireşîne
Li ser axa niştiman
Ey xaliqê gerdûnê
Welat bû gola xwînê
Dayik bi reş û şînê
Aram bike vê jînê
Ey yezdanê dilovan
Dil li ber tîr û kevan
Veke deriyakî xêrê
Nemaye sebra însan
Ey yezdanê dilovan
Kedî bike van hovan
Ji bo serweriya xwe
Vedixwin xwîna însan
Te da candaran rewan
Ji erd û heya asîman
Tovên jînê bireşîne
Li ser axa niştiman
Ey xaliqê gerdûnê
Welat bû gola xwînê
Dayik bi reş û şînê
Aram bike vê jînê
KEÇA KURD
Bi çavên vala
Nenêre li wê
Hîv di temire
Li ber şewqa wê
Stêrk rêz dibin
Li hawirdora wê
Ew keça kurd e
A bi nav û deng
Ew ne payiz e
Ne jî zivistan
Jê dihesidin
Gulên gulîstan
Aramî direşîn e
Li tabîeta însan
Ew keça kurd e
A bin nav û deng
Ew keça kurd e
Weke navê xwe
Ji re dibejin
Keça bavê xwe
Berxika li ber
Singa dayika xwe
Ew keça kurd e
A bi nav û deng…
Bi çavên vala
Nenêre li wê
Hîv di temire
Li ber şewqa wê
Stêrk rêz dibin
Li hawirdora wê
Ew keça kurd e
A bi nav û deng
Ew ne payiz e
Ne jî zivistan
Jê dihesidin
Gulên gulîstan
Aramî direşîn e
Li tabîeta însan
Ew keça kurd e
A bin nav û deng
Ew keça kurd e
Weke navê xwe
Ji re dibejin
Keça bavê xwe
Berxika li ber
Singa dayika xwe
Ew keça kurd e
A bi nav û deng…
NALENAL
Kîjan derd
Kîjan elemî tu
kîJan êşa
bê dermanî tu
kîjan jana
ziravî tu
ku ji dest te
min nalenal
tîra kîjan
eşqê yî tu
ronahiya kîjan
şewqêyî tu
seraba kîjan
xeybê yî tu
ku ji destê te
min nalenal
stêrka kîjan
şevê yî tu
periya kîjan
xewnê yî tu
nîşaneya kîjan
jînêyî tu
ku ji destê te
min nalenal
ava kîjan
çemî yî tu
bayê kîjan
zozanî yî tu
hûriya kîjan
bihuştê yî tu
ku ji destê te
min nalenal
Kîjan derd
Kîjan elemî tu
kîJan êşa
bê dermanî tu
kîjan jana
ziravî tu
ku ji dest te
min nalenal
tîra kîjan
eşqê yî tu
ronahiya kîjan
şewqêyî tu
seraba kîjan
xeybê yî tu
ku ji destê te
min nalenal
stêrka kîjan
şevê yî tu
periya kîjan
xewnê yî tu
nîşaneya kîjan
jînêyî tu
ku ji destê te
min nalenal
ava kîjan
çemî yî tu
bayê kîjan
zozanî yî tu
hûriya kîjan
bihuştê yî tu
ku ji destê te
min nalenal
gerdena spî
wek berfê yî tu
qewşên birûyan
wek hîlalî tu
ew lêvên şîrîn
ji dimsê yî tu
ku ji destê te
min nalenal
genima kîjan
simbilî yî tu
heriya kîjan
tenûrê yî tu
kulîlka kîjan
buharê yî tu
ku ji destê te
min nalenal
bizira kîjan
canderê yî tu
rengîniya kîjan
xwezayê yî tu
bedewiya kîjan
gerdûnê yî tu
ku ji destê te
min nalenal
Li ber flûtê
xweş newayî tu
li ser ziman
xweş awazî tu
li ser singa min
xweş birînî tu
ku ji destê te
min nalenal…
wek berfê yî tu
qewşên birûyan
wek hîlalî tu
ew lêvên şîrîn
ji dimsê yî tu
ku ji destê te
min nalenal
genima kîjan
simbilî yî tu
heriya kîjan
tenûrê yî tu
kulîlka kîjan
buharê yî tu
ku ji destê te
min nalenal
bizira kîjan
canderê yî tu
rengîniya kîjan
xwezayê yî tu
bedewiya kîjan
gerdûnê yî tu
ku ji destê te
min nalenal
Li ber flûtê
xweş newayî tu
li ser ziman
xweş awazî tu
li ser singa min
xweş birînî tu
ku ji destê te
min nalenal…
EZ COTKAR IM
Ez cotkarim
Di tenûra dil de
Diqemirînim axa xwe
Di dergûşa dil de dihejînim
Erdnigariya xwe
Li axê
Direşînim bizirên xwe
Jê hiltînim
nifqê xwe
Tovê direşînim
Li rûyê erdê
gava tî dibe
Vedixwe avê
Simbilan dide
Bi tîna tavê
Pir bilind dibe
Xwe dide navê
Vaye hat havîn
Genim seridî
Genimê min
Bi simbilan xemilî
Simbil avise
Bi genimê sor
Wateya debarê
Rakir asta jor
Gundî bi hevre
Tev rabûn ser xwe
Tevan vemaltin
Zend û bendên xwe
Ez cotkarim
Di tenûra dil de
Diqemirînim axa xwe
Di dergûşa dil de dihejînim
Erdnigariya xwe
Li axê
Direşînim bizirên xwe
Jê hiltînim
nifqê xwe
Tovê direşînim
Li rûyê erdê
gava tî dibe
Vedixwe avê
Simbilan dide
Bi tîna tavê
Pir bilind dibe
Xwe dide navê
Vaye hat havîn
Genim seridî
Genimê min
Bi simbilan xemilî
Simbil avise
Bi genimê sor
Wateya debarê
Rakir asta jor
Gundî bi hevre
Tev rabûn ser xwe
Tevan vemaltin
Zend û bendên xwe
Bi dahs û qeynax
Ji mal derketin
Bi kelecanî
Tev bi rê ketin
Pale mil bi mil
Ketin yek rêzê
Bi qevdan genim
Avêtin erde
Li ber pale yê
Stran digotin
Ew dengê zelal
Ceger disotin
Bi hevre dane hev
Genim bi şelan
Birin ro kirin
Li nava bênderan
Bi şev û rojan
Gêre gerandin
Genimê sor
Ji simbil derandin
Genim rakirin
Xistin telîsan
Kaya xwe birin
Xistin kadînan
Ku nebuya ev
Keda destê me
Wê şerpeze bibûya
Zar û zêçên me…
Ji mal derketin
Bi kelecanî
Tev bi rê ketin
Pale mil bi mil
Ketin yek rêzê
Bi qevdan genim
Avêtin erde
Li ber pale yê
Stran digotin
Ew dengê zelal
Ceger disotin
Bi hevre dane hev
Genim bi şelan
Birin ro kirin
Li nava bênderan
Bi şev û rojan
Gêre gerandin
Genimê sor
Ji simbil derandin
Genim rakirin
Xistin telîsan
Kaya xwe birin
Xistin kadînan
Ku nebuya ev
Keda destê me
Wê şerpeze bibûya
Zar û zêçên me…
ZILFÊN XELEK
Tev morî mircan e
Li dor gerdena te
Ew bazinê zîv
Li ser zenda te
Binevş vebûne
Li ser singa te
Ew xala rengin
Li ser difna te
Ew zilfên xelek
Li ser dêma te
Bişirîn dirêje
Ji ser lêvên te
Wek ya werdegê
Hûr hûr meşa te
Kulîlk dicoşin
Li ber bêhna te
Ew bejna tenîk
Wek tak rihanê
Weliyan derdixe
Ji rêça îmanê
Êvare înê were
Nava nivînê
Bila bikeve
Deva birînê…
Tev morî mircan e
Li dor gerdena te
Ew bazinê zîv
Li ser zenda te
Binevş vebûne
Li ser singa te
Ew xala rengin
Li ser difna te
Ew zilfên xelek
Li ser dêma te
Bişirîn dirêje
Ji ser lêvên te
Wek ya werdegê
Hûr hûr meşa te
Kulîlk dicoşin
Li ber bêhna te
Ew bejna tenîk
Wek tak rihanê
Weliyan derdixe
Ji rêça îmanê
Êvare înê were
Nava nivînê
Bila bikeve
Deva birînê…
GULA MIN
Gula min
Gula ji gulê
Reng dide
Kulîlk û simbilê
Bejin zirave
Qam dirêj
Xweş kir
Dilê vebijêr
Gula min
Gula li banî
Guz ji qalik deranî
Min xwest
Carê bibînim
Wê awir
Li min hilanî
Gula min
Gula li vir
Çapana ji
Tevr û bivir
Awirên wê dijware
Ji dêman
Nûr dibare
Gula min
Gula ji gulê
Reng dide
Kulîlk û simbilê
Bejin zirave
Qam dirêj
Xweş kir
Dilê vebijêr
Gula min
Gula li banî
Guz ji qalik deranî
Min xwest
Carê bibînim
Wê awir
Li min hilanî
Gula min
Gula li vir
Çapana ji
Tevr û bivir
Awirên wê dijware
Ji dêman
Nûr dibare