Dema tu di ber derîkê min re dibore Dîtina te bi van çavan pir zor e Birînên min kevn bûne bes bikole Carekê bi hev şa nebûn ez û tu Ez û tu Wek kulîlkên li dor zinaran Wek stranên li ser zimanan Wek stêrkên li ezmanan Tu carî bi hev şa nebûn ez û tu Min û te dil dahev ji hev û du hez kir Ti kesî ji vê evînê bawer nekir Zalima destê min û te ji hev kir Ti carî bi hev û du şa nebûn ez û tu Demek bê nebe mirazê min û te Ez ê li keça xwe dînim navê te Dema gazî kim tu yê bê bîra min Hêsirê bên xwar ji her du çavên min
BAYÊ AZADÎYÊ
Dema tu çû Mam li dû te Ez dinalim Welatê bindest Bi min re dinale Stêrk zenûn bûne Di çavên şevê de Ez dinalim Welatê bindest Bi min re dinale Mirin nayê li te Nayê li bejna te Bila bayê azadiyê Lêxe li keziyên te Stêrk difericin Li bedewbûna te Tu neçe heval Min li vir nehêle… Nizanim çi deme Ev çi dewrane Ji xelkê re cejn û şadî Şahî û dîlane Berdêla jiyanê Jibo me ewqas girane Ez dinalim welatê bindest Bi min re dinale….