Stranên min

Gotinên strana

EZ Û TU

Dema tu di ber derîkê min re dibore
Dîtina te bi van çavan pir zor e
Birînên min kevn bûne bes bikole
Carekê bi hev şa nebûn ez û tu
Ez û tu
Wek kulîlkên li dor zinaran
Wek stranên li ser zimanan
Wek stêrkên li ezmanan
Tu carî bi hev şa nebûn ez û tu
Min û te dil dahev ji hev û du hez kir
Ti kesî ji vê evînê bawer nekir
Zalima destê min û te ji hev kir
Ti carî bi hev û du şa nebûn ez û tu
Demek bê nebe mirazê min û te
Ez ê li keça xwe dînim navê te
Dema gazî kim tu yê bê bîra min
Hêsirê bên xwar ji her du çavên min

BAYÊ AZADÎYÊ

Dema tu çû
Mam li dû te
Ez dinalim
Welatê bindest
Bi min re dinale
Stêrk zenûn bûne
Di çavên şevê de
Ez dinalim
Welatê bindest
Bi min re dinale
Mirin nayê li te
Nayê li bejna te
Bila bayê azadiyê
Lêxe li keziyên te
Stêrk difericin
Li bedewbûna te
Tu neçe heval
Min li vir nehêle…
Nizanim çi deme
Ev çi dewrane
Ji xelkê re cejn û şadî
Şahî û dîlane
Berdêla jiyanê
Jibo me ewqas girane
Ez dinalim welatê bindest
Bi min re dinale….