Siwar kî ye?

Siwar di sala 1979an de li gundê Dêşiyê ku girêdayî Dêrika Çiyayê Mazî tê dinê. Di 1984an de ji ber hinek sedeman derbasî Qerejdaxa Îzol’an û ji wir jî bi malbatî koçî Edenê dikin. 1995an de di bin banê NÇMê de dest bi xebatên muzîkê dike û ji alîkî ve jî ji bo debarê di gelek karên cûrbecûr de dixebite. Di sala 2007an de bi strana xwe ya bi navê “Ez û Tu” derdikeve pêşberî muzîkhezan û di klibê de li ser navê hunermendên tevçandê kuştina jinê şermezar dike û bii stranên xwe yên “Jin Azad Be, Diyarbekir, Yekîtî, Pakrewan û Silav” xebatên xwe yên profesyonelî didomîne. Di Tebaxa 2016an de tê girtin û pênc salan li girtîgeha kürkçüler û ödemîş dimîne. Piştî ku ji girtîgehê derdikeve bi kliba xwe “Xwezî” ji nû va derdikeve pêşberî muzîkhezan. Niha jî bi pirtûka xwe a helbestan derdikeve pêşberî wêjehezan. Ew xebatên xwe ên muzîk û nivîsê didomîne.